Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Çima Haqas Welgerandinên Kitêba Pîroz Hene?

Çima Haqas Welgerandinên Kitêba Pîroz Hene?

Çima îro haqas cûre welgerandinên Kitêba Pîroz hene? Tu çawa dinihêrî ser welgerandinên nû? Ev bona te daha hêsa ye fem bikî, yan hê çetin dike? Çaxê tu pêbihesî ku kî ev cûrê nû tercime kiriye û çima, tuyê wana hê qîmet kî.

Werên em pêşiyê pêbihesin, wekî Kitêba Pîroze eslî kî nivîsî û çi çax?

KITÊBA PÎROZE ESLÎ

Kitêba Pîroz li ser du para hatiye parevekirinê. Para pêşinda 39 kitêb hene kîjanada “gotinên Xwedê” ne (Romayî 3:2). Xwedê elametî derbazî merivên amin kirin, wekî ewana nava zemanekî dirêjda evan kitêba binivîsin. Ev zeman weke 1 100 sal bû, dêmek ji sala 1513 B.D.M. heta hine wede pey sala 443 B.D. M. Heçî zef wana li ser zimanê Îbranî nivîsîn, lema jî evê parê nav dikin Nivîsarên Îbranî, ya ku usa jî eyan e ça Peymana Kevin.

Para dudada 27 kitêb in, û ev jî “xebera Xwedê” ye (1 Têsalonîkî 2:13). Şagirtên Îsayî amin ji bîna ber Xwedê evan kitêba nivîsîn nava wedekî kinda, dêmek nava 60 salada, destpêbûyî ji sala 41 D.M. heta sala 98 D.M. Heçî zef ewana li ser zimanê Yûnanî dinivîsîn, lema jî evê parê nav dikin Nivîsarên Yûnanî, ya ku usa jî eyan e ça Peymana Nû.

Ev 66 kitêb tevayî top kirî dibine Kitêba Pîroz, kîjanîda ku heye elametiya Xwedê bona însanetê. Lê çima cûre-cûre welgerandinên Kitêba Pîroz hatibûne çêkirinê? Jêrê sê meniyên sereke têne dayînê.

  • Ku meriv bikaribin li ser zimanê xweyî dayîkê Kitêba Pîroz bixûnin.

  • Ku bernedin ewan şaşiya, yên ku bergira berdidan, seva ev welgerandin mîna orîjînalê be.

  • Ku zimanê kevin, teze kin.

Dîna xwe bidinê, wekî çawa ev menî girêdayî ne tevî du welgerandinên kevin.

SÊPTÛAGÎNTA ÎBRANÎ

Weke 300 sal pêşiya rojên Îsa, zandarên Cihûya destpêkirin Nivîsarên Îbranî li ser zimanê Yûnanî welgerînin. Ev welgerandin hate eyankirinê, ça Sêptûagînta Îbranî. Gelo çima ev hate hazirkirinê? Wan çaxa, gelek Cihûya li ser zimanê Yûnanî xeber didan, ne ku Îbranî. Lema jî ev welgerandin bona wan alîkarî bû, ku xwe nêzîkî “nivîsarêd pîroz” bigirin (2 Tîmotêyo 3:15).

Sêptûagînta usa jî alî mîlyona Necihûya kir, yên ku li ser zimanê Yûnanî xeber didan, wekî ewana pêbihesin Kitêba Pîroz çi dibêje. Çi cûreyî? Zandarê Howard derheqa Sêptûagîntayê usa dibêje: “Orta qirna yekê, ev bû Kitêba Pîroz ya Dêra Mesîhîtî, mîsyonêrên kîjanî ku ji kinîştekê heta kinîşta din diçûn, seva li ser hîmê nivîsarên pîroz îzbat kin wekî Îsa ‘Mesîh e’” (Karêd Şandiya 17:3, 4; 20:20). Ev, yek ji wan meniya bû, ku çima gelek ji Cihûya zûtirekê “unda kirin hewasa xwe hindava Sêptûagîntayê”. Ev yek kifş kir Frêdêrîk Brûs, zandarê Kitêba Pîroz.

Çaxê şagirtên Îsa Nivîsarên Pîroze Yûnanî ya Mesîhîtî distandin, ewana ev kitêb tevî Sêptûagîntayê tevayî top kirin, yê ku li ser zimanê Îbranî hatibû welgerandinê, û paşê ev bû Kitêba Pîroze temamkirî, kîjan ku îro cem me heye.

VÛLGATAYA LATÎNÎ

Weke 300 sal şûnda, paşî temamkirina Kitêba Pîroz, zandarê rêlîgiyayê bi navê Yêronîm, neşir kir welgerandina Kitêba Pîroze Latînî, yê ku li axiriyê hate eyankirinê ça Vûlgataya Latînî. Welgerandina Latînî bi hine cûra îda hebûn, lê gelo çima cûrê teze lazim bû? Çawa ku Ensîklopêdiya Hemdinyayêye Kitêba Pîroze Standartda hatibû gotinê, Yêronîm dixwest rast ke “femkirina nerast, şaşiyên eşkere û hine elametiyên zêdekirî, yê ku hîmlî nîbûn”.

Yêronîm gelek ji wan şaşiya rast kir. Lê wede şûnda, hukumdarên dêrê, destpêkirin tiştekî xirab bikin! Wana elam kir, ku tenê Vûlgataya Latînî heye welgerandina Kitêba Pîroze qebûlkirî, û ev yek nava gelek qirnada berdewam dibû! Dewsa ku alî merivên belengaz bikin ku Kitêba Pîroz fem bikin, ev Vûlgata usa hatibû nivîsarê, ku nedihate femkirinê. Xêncî wê yekê, heçî zef ji meriya îda zimanê Latînî jî nizanibûn.

WELGERANDINÊN TEZE PÊŞDA TÊN

Pey wedera, meriv berdewam kirin welgerandinên Kitêba Pîroze din derxin, mesele yê usa ça Pêşîtaya Sûrayî, yê ku dikeve qirna pênca D.M. Lê qirna 14 hê temam nebû, ça bi alîkariya geleka, merivên belengaz jî heçî zef dikaribûn Nivîsarên Pîroz bixûnin.

Di Înglîstanêda li xilaziya qirna 14, Con Wîklîf destpêkir zimanê undabûyî yanê zimanê mirî pêşda bîne. Dêmek Kitêba Pîroz destpêkir li ser zimanê Înglîzî derkeve, zimanê ku li wê herêmê meriv dikaribûn fem bikin. Zûtirekê paşî wê yekê, mêtoda neşirkirinêye Yohanê Gûtênberg rê vekir, ku Kitêba Pîroze zandara destpêkir bi cûrên teze neşir be û bela be. Ev Kitêba Pîroz li ser gelek zimana neşir dibû nava temamiya Ewrûpayêda.

Çaxê gelek û gelek welgerandinên Înglîzî neşir dibûn, hine merivên krîtîk destpêkirin şikê bikine dilê meriva, ku nelazim e li ser haqas zimana tercime bê kirinê. Qirna 18-da, keşîşê Înglîz bi navê Con Lêwîs nivîsî: “Ziman kevin dibe û çetin tê femkirin, lema lazim e, Welgerandinên kevin tezeda bên welgerandinê, wekî bi wî Zimanî be kîjan ku tê xebitandinê, wekî nisila me jî bikaribe fem bike”.

Îro xebata zandarên Kitêba Pîroz hêsa ye, çimkî femkirina wana îda daha zelal e derheqa zimanê Kitêba Pîroze kevin. Dêmek cem wana hene manûskrîptên Kitêba Pîroze qîmet, yên ku wan paşwextiya hatine dîtinê. Ev yek alî wan dike, ku têksta orîjînalêye Kitêba Pîroz rast têderxin.

Lema jî wê gelek baş be, ku cem me jî hebin welgerandinên Kitêba Pîroze teze. Hemikî em gerekê fesal bin hindava wanda. * Lê hergê welger ev şixulê xwe ji bo hizkirina xwe hindava Xwedê dikin û nêta wan tenê ev e, dêmek şixulê wan dikare kareke mezin mera bîne.

 

^ abz. 24 Binihêre gotara “Çawa Tu Dikarî Bijbêrî Welgerandina Baş ya Kitêba Pîroz?” ji jûrnala “Birca Qerewiliyê” 1 Gulanê, sala 2008 (ru).