Derbazî serecemê

Kê bûn Nefîl?

Kê bûn Nefîl?

Caba Kitêba Pîroz

Nefîl a hêna Nuhda dijîtin, ewana terikî û zulm bûn. Bi rastî ew zarên melekên zulm bûn, kîjan ku peya bûn ser erdê û xwera qîz standin.

Kitêba Pîroz dibêje, wekî “zarêd Xwedê dîtin ku qîzêd merivayê bedew in” (Destpêbûn 6:2). Ev lawên Xwedê efrînên ruhanî bûn, kîjan ku miqabilî wî rabûn. Ewana li ezmên “ciyê xwe şihitandin”, xwe kirine dilqê meriva û “ji wan kê kîjan” qîz “begem dikir xwera jin distandin” (Cihûda 6; Destpêbûn 6:2).

Ji bo heleqetiya meleka tevî qîzên merivayî, zarên netebiyetî dihatine bûyînê (Destpêbûn 6:4). Nefîl zef terikî û zulm bûn, rûyê kîjanada erd xirabiyêva tijî bibû (Destpêbûn 6:13). Kitêba Pîrozda tê gotinê, wekî ew “mêrxas bûn, ku berêda bi nav û deng bûn” (Destpêbûn 6:4). Ewana bi zulmiya xwe eyan bûn, û merivên din jî çev didane wan (Destpêbûn 6:5; Jimar 13:33). b

Nihêrandina nerast derheqa Nefîla

Nihêrandina nerast: Nefîl heta niha ser erdê dijîn.

Rastî: Hêna Nuhda Yehowa Sêlav rakir û dinya xirab kuta kir. Nefîl tevî hemû merivên zulm qir bûn. Tenê Nuh malbeta xweva sax man, çimkî ewana li ber çevê Xwedê rast bûn (Destpêbûn 6:9; 7:12, 13, 23; 2 Petrûs 2:5).

Nihêrandina nerast: Bavên Nefîla mêrên merivayî bûn.

Rastî: Bavên wan “zarêd Xwedê” bûn (Destpêbûn 6:2). Ev gilî-gotin Kitêba Pîrozda tê xebitandinê ser meleka (Îbo 1:6; 2:1; 38:7). Wan meleka dikaribûn xwe bikine dilqê meriva (Destpêbûn 19:1-5; Yêşû 5:13-15). Petrûsê şandî derheqa wan usa got: “Ruhêd kelêda ... yêd ku wextekê ne guhdar bûn, gava Xwedê bi dûmika dirêj sebir dikir” (1 Petrûs 3:19, 20). Cihûda ku yek ji nivîskarên Kitêba Pîroz bû, derheqa wan meleka got, wekî ewana “hukumê xwe xwey nekirin, lê ciyê xwe şihitandin” (Cihûda 6).

Nihêrandina nerast: Nefîl, melekên zulm bûn.

Rastî: Çawa ku ji Destpêbûn 6:4 tê kifşê, Nefîl melek nîbûn, ewana zuretên meleka ji qîzên merivayî bûn. Paşî vê yekê, ku meleka qîzê merivayî “kê kîjan begem dikir xwera jin distandin”, Yehowa got, wekî 120 sal şûnda ew wê dinya wane zulm kuta ke (Destpêbûn 6:1-3). Kitêba Pîroz dibêje, wekî “hingê” melekên ku xwe kiribûn dilqê meriya, “dest davîtine qîzêd merivayê”, û ji wana zarên qewî dihatine bûyînê ku “bi nav û deng bûn” (Destpêbûn 6:4).

a Xebera Îbraniye “Nefîl” diqewime tê hesabê “ewên ku meriva erdê dixin”. Kitêbekêda “Wilson’s Old Testament Word Studies” tê gotinê, wekî ev xeber merivên usa eyan dike, yên ku “hicûmî ser meriya dikin, wana dixin û talan dikin”.

b Ça tê kifşê, cesûsên Îsraêlê, giliyê kîjana ku Jimar 13:33-da nivîsar e, çaxê merivên terikî dîtin, Nefîl ketine bîra wan, yên ku gelek qirna pêşda dijîtin (Destpêbûn 7:21-23).