Derbazî serecemê

ALÎKARÎ BONA MALBETÊ | ROLA DÊ-BAVA

Zara Xwe ji Pornografiyayê Xwey ke

Zara Xwe ji Pornografiyayê Xwey ke

“Me fem dikir ku pornografiya çiqas xof e, lê hişê mera derbaz nedibû ku qîza me çiqas hêsa dikare rastî vê yekê bê”.—Nîkol.

Vê gotarêda

 Çi gerekê bizanibî

Zar hê biçûktayêda dikare rastî pornografiyayê bê. Li gora lêkolînekê, zarên ku cara pêşiyê rastî pornografiyayê tên, weke 11 salî ne.

Zar dikarin nişkêva rastî pornografiyayê bên. Mesele, ev yek dikare ber wan vebe, gava tiştên bêxof întêrnêtêda digerin, yan jî gava dikevine malperên sosyalî. Tiştên pornografî dikarin nişkêva vebin, gava zar vîdêo-lîstika dilîze. Pornografiya dikare bi cûrê-cûre vebe, mesele bi şikila yan jî bi vîdêoya. Xêncî wê yekê, întêrnêtêda hêsa dikarin têkstên pornografî bixûnin, bi aûdîo podkasta bibihên, yan jî bidine kişandinê.

Dê-bav gerekê haş vê yekê jî hebin, ku zara wan dikare tiştên pornografî têlêda ji kesekî pê nema bistîne. Li gora lêkolînekê kîderêda ku 900 cahila zêdetir bûn, weke 90 selef keçika û weke 50 selef geda gotin, wekî hevalên wane mektebê her gav wanara şikilên merivên tezî û vîdêoyên pornografî dişandin.

Pornografiya gelek belabûyî ye. Îro gelek belabûyî ye pornografiya vî cûreyî, kîjan ku heçî zef zorbetiya hindava kulfeta nîşan dikin.

Pornografiya ziyanê dide zara. Lêkolîn nîşan dikin wekî zarên ku pornografiyayê dinihêrin:

  • mektebêda xirab hîn dibin

  • zef xemgîn dibin, dikevine dêprêsiyayê, û xwe bêqîmet hesab dikin

  • difikirin ku normal e hergê zorê bidine kesekî, ku tevî wan bikeve heleqetiya sêksûalî

Fikira sereke: Hergê zar pornografiyayê dinihêrin, ewana xweykirî nînin ji wê ziyanê kîjan ku ev pey xwe tîne, lema jî xêncî dê-bava tu kes nikare wana xwey ke.

Prînsîpa Kitêba Pîroz: “Van xeberên ku ez îro li we emir dikim bira dilên weda bin. Zarên xwe qenc hînî van ke. Bona van xeber de, gava mala xweda rûniştî bî, yan rêda bî, yan paldayî bî yan radibî” (Qanûna Ducarî 6:6, 7).

 Çawa zara xwe ji pornografiyayê xwey kî

Haş xwe hebe. Bifikire, hela çi çax û kîderê zara te dikare rastî pornografiyayê bê. Mesele, dibe ku mektebêda wedê hêsabûnê ew tiştên pornografî binihêre, gava tu kes wî navîne?

Zara te dikare cûre-cûre aliyava rastî pornografiyayê bê

Pêbihese hela têla zara a teda çi fûnksiya hene, ew çi programa dide xebatê û çi lîstika dilîze. Hine programada heye fûnksiyake usa, ku dikare derbêra tiştên necayîz temiz ke, mesele nema, şikila û vîdêoya. Bizanibe wekî niha belabûyî dibin vîdêo-lîstikên usa, kîjanada dihêlin wekî pornografiyayê binihêrin, yan jî wedê lîstikê sêksa onlaynva mijûl bin.

“Bi mesela xwe dikarim bêjim, wekî ça dê-bav hûn eseyî gerekê bizanibin ku zara we çi cûreyî têlê dide xebatê, û çawa têla wîda fûnksiyake usa vêxin, ku hûn bivînin ew dikeve kîjan malpera û seva çi haceta xweye êlêktronîk dide xebatê”.—Dêvîd.

Prînsîpa Kitêba Pîroz: “Dilê yê aqil zanistîyê dest tîne” (Metelok 18:15).

Her tiştî bikin ku zara xwe ji pornografiyayê xwey kin. Çi ku ji destê te tê bike, seva ku zara xwe ji rîska pornografiyayê xwey kî. Besa xeberê, him têla zara xweda, him jî hemû hacetên êlêktronîkîda ku mala weda hene, fûnksiyake usa dayne, kîjan ku îzinê nade wekî tiştên pornografî vebin. Xêncî wê yekê, fûnksiya bona kontrolkirina dê-bava, vêxe. Him jî hemû parolên ku zara we dide xebatê, bizanibe.

“Gelek alî min kir vêxistina fûnksiyayê, ku bona kontrolkirina dê-bava ye, û usa jî ku min parola zara xwe zanibû. Bi vê yekê ez dikarim timê kontrol kim, wekî ew dikeve kîderê”.—Maûrîsyo.

“Ez îzinê nadime kurên xwe, wekî ewana derî ser xwe dadin û vîdêo-lîstika bilîzin. Ez usa jî nahêlim ewana wedê razanê hacetên xweye êlêktronîk tevî xwe bivine otaxa xwe”.—Janlûka.

Prînsîpa Kitêba Pîroz: “Yê aqil xirabîyê ku dibîne hevza xwe dike” (Metelok 22:3).

Zara xwe pêşda hazir kin. Dayîkeke bi navê Flaviya usa dibêje: “Hine dê-bav xwe dûr digirin ji wê yekê ku tevî zarên xwe derheqa pornografiyayê xeber din, çimkî wana tirê zarên wan wê tu car rastî problêma vî cûreyî neyên”. Lê hine dê-bav jî usa difikirin: “Hergê ez derheqa pornografiyayê tevî zara xwe xeber dim, diqewime hewasa wî pêşda bê, ku bona vê yekê înformasiya bigere”. Lê bi rastî nihêrandina usa xof e. Dê-bavên bîlan wê pêşda zarên xwe derheqa xofiya pornografiyayê hîn kin. Lê tu ça dikarî vê yekê bikî?

Zarên xweye biçûk hîn ke ku ewana gerekê çi bikin gava rastî tiştên xirab tên. Mesele, ewana dikarin çevê xwe dadin yan jî haceta xwe vêsînin. Û wana hêlan ke wekî xeber din tevî te derheqa vê yekê ku wana çi dît yan bihîst. b

“Me îda ji biçûktayê tevî kurê xwe xeber dida derheqa xofiya pornografiyayê. Gava ew 11 salî bû, tiştên pornografî nişkêva derdiketin van lîstikada, kîjan ku ewî têla xweda kişandibûn. Van şikilada usa jî hebûn teglîf, wekî tu jî şikilên xwe bişînî. Lê çimkî me îda pêşda tevî wî şêwir kiribû ku van derecada gerekê ew çi bike, ew derbêra hate cem min û gilî kir ku çi qewimiye”.—Maûrîsyo.

Prînsîpa Kitêba Pîroz: “Zarotîyêda rîya rast hîn bike, gava ew kal be, îdî ewê ji wê nekeve” (Metelok 22:6).

Zarên xweyî mezin hîn kin wekî tiştên pornografiyayêva girêdayî nenihêrin, nebihên û ne jî bixûnin. Mesele, alî zara xwe bike, wekî xwe hazir ke, dêmek xwera binivîse ku ewê çi bike gava rastî tiştên pornografî bê, û çira. Bira ew usa jî binivîse ku hergê ew pornografiyayê binihêre, wê halê wî ça be, mesele ewê qedirê xwe unda ke, dê-bav îda wê îtbariya xwe wî neynin, û wê heleqetiya xwe tevî Xwedê xirab ke. c

“Heta zar mezin dibe, alî wî bike wekî ew bifikire ku pornografiya axiriya çiqas xirab pey xwe tîne, seva ev yek dirêj dikişîne”.—Laûrêta.

“Hergê zara me ne ku tenê xofiya pornografiyayê, lê usa jî nihêrandina Yehowa ser vê yekê fem dike, jêra wê diha hêsa be xwe ji pornografiyayê xwey ke”.—Dêvîd.

Prînsîpa Kitêba Pîroz: “Şehrezayî [bîlanî] sitar e” (Waîz 7:12, ÎM).

Tevî zarên xwe timê xeber din. Bi rastî zar dixwazin derheqa sêksê, usa jî derheqa pornografiyayê dê-bavê xwera xeber din. Komîsara Zara ya Înglîstanê usa dibêje: “Derheqa vê têmayê zarara gerekê îda ji biçûktayê gelek car xeber din. Lê gerekê wanra derheqa wan tişta vî cûreyî xeber din, çawa ku layîqî salên emirê wan e. Û gava zar mezin dibin ewana usa jî hewcê wê yekê dibin, ku tiştên dine vê pirsêva girêdayî şêwir kin”.

“Gava ez biçûk bûm dê-bavê min derheqa hine pirsa tevî min qe şêwir nedikirin. Lê min dixwest dilê xwe wanra vekira û hêsa xeber da. Niha ez jî dê me, û ez her tiştî dikim, seva ku timê zarên xwera aza derheqa sêksê xeber dim”.—Flaviya.

 Hergê zara te rastî tiştên pornografî tê

Ber xwe nekeve. Hergê tu pêbihesî wekî zara te tiştên pornografî dinihêre, yan dibihê yan jî dixûne, ser xwe bixebite ku rêaksiya xwe kontrol kî. Diqewime ew îda ji bo vê yekê gelek ber xwe ketiye yan jî xwe neheq texmîn dike. Hergê tu hêrs kevî ev yek wê ser zarê xirab hukum be, dêmek ewê xwe xirab texmîn ke û wê nexwaze careke din derheqa vê yekê tevî te xeber de.

Prînsîpa Kitêba Pîroz: “Yê zimanê xwe dikare zane ye û yê berbihêr bîlan e” (Metelok 17:27).

Her tiştîda îzbat bin. Dewsa ku zarêra bêjî wekî ew hatiye girtinê, wê baş be pirsa bidêyî ku pêbihesî hela ew ça rastî pornografiyayê hatiye. Mesele, kesekî wîra şikilê pornografiyayê şandiye yan ewî xwexa geriyaye? Ewî tenê carekê pornografiya dîtiye yan pêşda jî dinihêrî? Îzbat bin ku haceta zara weda fûnksiya bona kontrolkirina dê-bava, vêxistî ye. Hergê usa ne, dibe ewî mecaleke din geriya ye ku pornografiyayê bivîne? Bîr neke wekî nêta te ew e, ku zara xwe hêlan kî wekî dilê xwe tera veke, ne ku wî bidî ber pirsa.

Prînsîpa Kitêba Pîroz: “Meremê dilê mêriv avên kûr in, lê merivên bîlan wan hildiçinin” (Metelok 20:5).

Tiştekî bike. Mesele, hergê zara we nişkêva rastî pornografiyayê hatiye, dibeke wera lazim be fûnksiya bona kontrolkirina dê-bava tezeda vêxin û haceta wî fîltr bikin.

Hergê hûn pêbihesin ku zara we bi hemdê xwe pornografiya geriya ye, wî bi hezkirin, lê sert şîret kin. Xîret kin ku zara xwe şîret kin, wekî ew bixwaze terka pornografiyayê bide, û seva vê yekê tevî wî şêwir kin rêzên ji Îbo 31:1, Zebûr 97:10, û Zebûr 101:3 d. Usa jî zarêra bêjin wekî her heftî hûnê tevî wî xeber din derheqa vê yekê, û bipirsin ku ew çi dike seva pornografiyayê nenihêre. Xêncî wê yekê, bifikirin ku dîsa ça dikarin alî wî bikin.

Prînsîpa Kitêba Pîroz: “Zarên xwe hêrs neêxin, lê wan bi şîret û hînkirina Xudan mezin kin” (Efesî 6:4).

a Rast e şîretên vê gotarê diha zef bona geda ye, lê ew usa jî bona keçika ye.

b Seva ku pêbihesin çawa tevî zara xwe derheqa sêksê li gora salên emirê wî xeber din, binihêrin gotar “Dê-Bav Çawa Dikarin Zarên Xwe Derheqa Sêksê Hîn kin?

c Seva ku pêbihesin dîsa çi dikarin ser kaxaz binivîsin, binihêrin bername “Çawa Terka Pornografiyayê Bidin”.

d Hûn usa jî dikarin tevî zara xwe binihêrin gotar “Çima Gerekê Terka Pornografiyayê Bidin?