Derbazî serecemê

ALÎKARÎ BONA MALBETÊ | ROLA DÊ-BAVA

Zar û Malperên Sosyalî—Para 1: Gelo Zara Min Gerekê Malperên Sosyalî Bide Xebatê?

Zar û Malperên Sosyalî—Para 1: Gelo Zara Min Gerekê Malperên Sosyalî Bide Xebatê?

 Li gora lêkolînekê, 97 selef cahil malperên sosyalî didine xebatê. Zara te jî dixwaze bide xebatê? Hergê belê, vira çend şîret têne dayînê, ku tu dikarî hildî hesab.

Vê gotarêda

 Zara te wê çawa wedê xwe bide xebatê

 Malperek usa dibêje: “Malperên sosyalî usa hatine sazkirinê, wekî bi temamî dîna te bikişînin ser xwe, wekî tu her gav onlaynêda bimînî û timê li êkrana xwe binihêrî, hela çi tiştên teze hene” (HelpGuide).

 “Carna difikirim wekî ser çend deqa bikevime malperên sosyalî û binihêrim kî çi daniye. Lê bi siheta têda dimînim. Gelek çetin e têla xwe bidime alîkî û destpêkim tiştekî kêrhatî bikim”.—Lîn, 20 salî.

 Pirsê bide xwe: Xwegirtina zara min êpêce heye, ku xwe li wan sînora bigire, kîjan ku min bona wî danîne? Zara min dikare xwe kontrol ke, ku çiqas wede malperên sosyalîda derbaz ke?

 Prînsîpa Kitêba Pîroz: “Awa binihêrin ku hûn nigê xwe fesal bavêjin . . . mîna serwaxta. Dest bidine ber wext” (Efesî 5:15, 16).

Bihêlin wekî zara we bê rêberî bide xebatê malperên sosyalî, mîna vê yekê ye ça bihêlî ew hesp bajo bê zanebûnê

 Nihêrandina zara te derheqa hevaltiyê

 Giliyê “malperên sosyalî” dide kifşê, wekî ewên ku wan malpera didine xebatê, heval û nasên xwera timê têklî dibin. Lê heleqetiya vî cûreyî hevaltiya rast pêşda nayne.

 “Min texmîn kiriye, wekî gelek cahil difikirin ku hergê malperên sosyalîda gelek hevalên wan hebin û gelek layk wanra daynin, ev tê hesabê ku hewasa meriva wanra tê û dixwazin derheqa wan pêbihesin, firqî tune wana nas dikin yan na”.—Patrîsya, 17 salî.

 Pirsê bide xwe: Gelo zara min jî zef dikeve heyra hesabê hevala û layka? Gelo bal wî yan wê tê standinê, ku malperên sosyalî xwera hevala qazanc ke?

 Prînsîpa Kitêba Pîroz: “Heval her gav hiz dike, bira bûye bona roja oxirmê giran” (Metelok 17:17).

 Sihet-qewata zara te aliyê êmosiyalîda

 Lêkolînkara têderxistine, wekî ew merivên ku gelek wext malperên sosyalîda derbaz dikin, xwe tenê texmîn dikin, zêde ber xwe dikevin û dikevine dêprêsiyayê.

 “Çaxê tu ser malperên sosyalî divînî ku hevalên te, bê te wede derbaz dikin, tu dilteng dibî”.—Sîrêna, 19 salî.

 Pirsê bide xwe: Gelo zara min wê bikaribe xwe ji telikên întêrnêtêda dûr bigire? Gelo ew wê bikaribe xwe qure neke, merivara nekeve lecê û ber xwe nekeve ji bo vê yekê, ku merivên din çi dikine malperên sosyalî?

 Prînsîpa Kitêba Pîroz: “Em kubar nebin, agirê hev gur nekin û hevsûdiyê li hevdu nekin” (Galatî 5:26).

 Rabûn-rûniştina zara te întêrnêtêda

 Ser malperên sosyalî zordarî, qerfkirin, sêkstîng û pornografiya gelek belabûyî ne. Hergê jî zara te hînî wan tişta nebûye, ew dikare bikeve telika merivên din.

 “Gelek car çi ku dikine ser malperên sosyalî dikarin bêxof bêne kifşê, lê bi rastî heçî zef ji wana gelek xof in. Wan tiştada gelek çêr û kilamên necayîz hene”.—Lînda, 23 salî.

 Pirsê bide xwe: Gelo ez zara xweda bawer im, wekî ew wê bi aqilayî întêrnêtê bide xebatê? Gelo xwegirtina wî qewî ye ku tiştên bênamûsî nenihêre?

 Prînsîpa Kitêba Pîroz: “Lê heta navê qaviyê û her heramiyê, yan timayê jî gerekê nava weda neyê hildanê . . . Usa jî gotinên bêmerîfetî, yan bêfemî, yan henekên qelpê xirab” (Efesî 5:3, 4).

 Malperên sosyalî bi rastî lazim in?

 Eseyî nîne ku cem te malperên sosyalî hebin. Tu bê wan jî dikarî jîyîna xwe baş kî û bextewar bî. Usa jî gelek cahilên ku wedekî malperên wane sosyalî hebûne, safî kirine bê vê yekê bijîn.

 “Min didît ku malperên sosyal gelek xirab ser xûşka min hukum dibin, lema jî min safî kir ku îda nedime xebatê. Ji wî çaxî ez xwe diha rihet û bextewar texmîn dikim û ji emirê xwe lezetê divînim”.—Nêytan, 17 salî.

 Fikira sereke: Pêşiya ku bihêlî wekî zara te malpera sosyalî çêke, bawer be, ku ew dikare hevalên baş qazanc ke, pê wedê konkrêt bide xebatê û xwe ji tiştên bênamûsî dûr bigire.

 Prînsîpa Kitêba Pîroz: “Yê aqil dîna xwe dide gavên xwe” (Metelok 14:15).