Derbazî serecemê

Pêşxebera Kitêbên Kitêba Pîroz

Ev vîdêoyên kin derheqa her kitêbeke Kitêba Pîroz, înformasiya gelek kêrhatî û qîmet didin. Ev vîdêo wê alî we bikin xwendin û lêkolîna Kitêba Pîroz diha hêsa û kêrhatî derbaz kin.

Pêşxebera Derheqa Destpêbûn

Kitêba Destpêbûn elametiya ferz dide me derheqa destpêka terîxiya însanetê, sebeba kul-derda û mirinê.

Pêşxebera Derheqa Derketin

Xwedê Îsraêlî ji dîltiya Misirê xilaz kirin û ewana kirine cimeta xweye bijartî.

Pêşxebera Derheqa Qanûna Kahîntiyê

Kitêba Qanûna Kahîntiyê dîna me dide ser wê yekê, ku Yehowa Xwedayê pîroz e û ser wê yekê ku çira ferz e wekî em jî pîroz bin.

Pêşxebera Derheqa Qanûna Ducarî

Pêbihese ku çawa Qanûna Yehowa ku ewî dabû Îsraêliya, hizkirina wî hindava cimeta wî eyan dikir.

Pêşxebera Derheqa Yêşû

Pêbihesin çawa cimeta Îsraêl Erdê Sozdayî zeft kir û lê war bû.

Pêşxebera Derheqa Hakimtî

Ev kitêb hatiye navkirinê ser hîmê mêrên amin û mêrxas, yên ku gerekê cimeta Xwedê ji zêrandinê xilaz kirana.

Pêşxebera Derheqa Rût

Kitêba Rût derheqa wê yekê ye, ku çawa jinebîke cahil hizkirina helal da kifşê hindava xasiya xweye jinebî û çawa Yehowa wana kerem kir.

Pêşxebera Derheqa 1 Samûyêl

Dîna xwe bide terîxiya cimeta Îsraêl destpêbûyî ji wedê Hakima, heta serwêrtiya padşa.

Pêşxebera Derheqa 2 Samûyêl

Pêbihesin, ku ça bi saya milûktî û baweriya xwe, Dawid, derheqa kîjanî ku Kitêba Pîrozda nivîsar e, bû merivekî nav û deng.

Pêşxebera Derheqa 1 Padşatî

Dîna xwe bidinê ku çawa Îsraêlî bin padşatiya Silêmanda geş dibûn, lê wext şûnda ev tevlihev bûn û bûne du padşatî, Îsraêl û Cihûda

Pêşxebera Derheqa 2 Padşatî

Dîna xwe bidinê ça padşatiya Îsraêlêye bakurê miqabilî Xwedê rabû, û ça Yehowa wan hineka kerem dikir, yên ku bi temamiya dilê xwe wîra xizmet dikirin.

Pêşxebera Derheqa 1 Dîrok

Xeza rikiniyata û jîyîna Padşê xwedêxof, Dawid, lêkolîn kin, ji destpêka padşatiya wî ser temamiya Îsraêlê, heta mirina wî.

Pêşxebera Derheqa 2 Dîrok

Pêbihesin ku terîxiya padşên Cihûdayê çawa dide kifşê, wekî aminiya hindava Xwedê çiqas qîmet e.

Pêşxebera Derhqa Ezra

Yehowa sozê xwe anî sêrî, dêmek cimeta xwe ji Babîlonê aza kir û cimeta xwe hêlan kir ku hebandina temiz di Orşelîmêda saz kin.

Pêşxebera Derheqa Nehemiya

Hemû xizmetkarên Xwedê dikarin tiştên baş ji Kitêba Nehemiya hîn bin.

Pêşxebera Derheqa Ester

Qewimandinên ji Kitêba Ester dikarin baweriya te hindawa Yehowa Xwedê qewî kin, wekî ew rojên îroyîn jî wê cimeta xwey ke.

Pêşxebera Derheqa Îbo

Her kes kî ku Yehowa hiz dike wê bê cêribandinê. Serhatiya Îbo me dide bawerkirinê wekî em jî dikarin Yehowara amin bimînin û piştgiriya serwêrtiya wî bikin.

Pêşxebera Derheqa Zebûr

Kitêba Zebûr piştgiriya serwêrtiya Yehowa Xwedê dike, alîkariyê û berdiliyê dide wan kî ku wî hiz dike, û nişan dike ku çi cûreyî bin serwêrtiya Padşatiya Xwedêda, dinê wê aliyê başda bê guhastinê.

Pêşxebera Derheqa Metelok

Rêberiya Xwedê bistîne kîjan ku wê hemû derecên emirê teda alî te bikin, ça aliyê xebatêda usa jî pirsên malbetêva girêdayî

Pêşxebera Derheqa Waîz

Silêman padşa dîna me dide ser tiştên usa ku bi rastî bona jîyîna me kêrhatî ne û vana himberî tiştên usa dike çi ku miqabilî bîlaniya Xwedê ne.

Pêşxebera Derheqa Sitrana Silêman

Derheqa hizkirina rast û amin orta keçikeke Şûlamîtê û xortekî şivan tê gotine ça “alava Yah”. Gelo çira?

Pêşxebera Derheqa Îşaya

Îşaya kitêba pêxembertiyên rast e, ev dikare baweriya te qewî ke hindava Yehowa Xwedê yê ku xweyê sozê xweye û Xilazkarê meye.

Pêşxebera Derheqa Yêremya

Yêremya timê kifşkirina xweda ça pêxember amin bû, hela hê derecên çetinda jî. Bifikire çi cûreyî ew dikare bibe mesele bona Mesîhiyên îroyîn.

Pêşxebera Derheqa Lûrînên Yêremya

Kitêba Lûrînên Yêremya, xwexa Yêremya nivîsî, kîderê ku ew derdê dilê xwe derheqa wêrankirina Orşelîmê dide kifşê û nîşan dike wekî çawa baxşandin berbi dilremiyê dibe.

Pêşxebera Derheqa Hezeqêl

Rast e Hezeqêlra hêsa nîbû, lê ewî bi milûktî û mêrxasî şixulê Xwedê dianî sêrî. Hezeqêl meselekî baş e seva me îro.

Pêşxebera Derheqa Daniyêl

Daniyê û hevalên wî nava çetinayada, aminiya xwe Yehowara xwey kirin. Mesela wan û pêkanîna pêxembertiyê dikare karê mera bîne çawa niha usa jî wextê xilaziyêda.

Pêşxebera Derheqa Hoseya

Pêxembertiya Hoseya dersên baş me hîn dike derheqa dilremiya Yehowa hindava wan meriya yên ku gunên xwe tobe kirine û dewakirinên Yehowa hindava hebandina temizda.

Pêşxebera Derheqa Yowêl

Yowêl pêxember pêxembertî kir derheqa roja Yehowa û eyan dike kilîta ku çawa dikarin xilaz bin. Pêxembertiya wî seva rojên me gelek muhîm e.

Pêşxebera Derheqa Amos

Yehowa merivekî milûk da xebatê, seva şixulekî pir ferz. Em çi dersên qîmet dikarin ji mesela Amos hîn bin?

Pêşxebera Derheqa Obadiya

Kitêba Obadiya kitêbeke lap biçûk e Nivîsarên Îbranîda yanê Peymana Kewinda. Ev pêxembertî derheqa hêviyê ye û wê sozê, ku Padşatiya Yehowa Xwedê wê bê heqkirinê.

Pêşxebera Derheqa Ûnis

Ûnis pêxember serhatiya xwe nivîsî, ku çawa ewî şîretê qebûl kir, şixulê xwe anî sêrî û dersên baş hîn bû derheqa hizkirina Xwedêyî amin û dilremiyê. Serhatiya wî, wê tera kêrhatî be.

Pêşxebera Derheqa Mîxa

Ev pêxembertiya ku ji bîna ber Xwedê hatiye nivîsarê, dikare baweriya me qewî ke hindava giliyê Yehowa, wekî çi ku ew ji me dewa dike seva kara me ye.

Pêşxebera Derheqa Nehûm

Ev pêxembertî me dide bawerkirinê, wekî Yehowa timê sozê xwe tîne sêrî û berdiliyê dide wan, kî ku edilayê û xilazbûnê digerin bi serwêrtiya Padşatiya Xwedêda.

Pêşxebera Derheqa Hebaqûq

Em dikarin bawer bin, wekî Yehowa timê zane ku çi çax û çawa cimeta xwe xilaz ke.

Pêşxebera Derheqa Sêfanya

Em çima gerekê xwe dûr bigirin ji fikirên usa, ku yan çi roja dîwana Yehowa wê neyê?

Pêşxebera Derheqa Hagay

Pêxembertiya Hagay dide kifşê, wekî çiqas ferz e hebandina Xwedê daynin ser ciyê pêşin jîyîna xweda.

Pêşxebera Derheqa Zekerya

Gelek xewn-xeyal û pêxembertî, baweriya cimeta Xwedê berê dişidand. Ev pêxembertî îro jî me didine bawerkirinê, ku Yehowa wê piştgiriya me bike.

Pêşxebera Derheqa Malaxî

Di vê kitêba pêxembertiyêda tê gotinê derheqa prînsîpên Yehowa, dilremî û hizkirinê. Ev kitêba pêxembertiyê usa jî dersên baş me hîn dike derheqa her aliyên jîyîna me.

Pêşxebera Derheqa Metta

Pêbihese derheqa fikirên sereke ku vê kitêbêva girêday ne û ya ku kitêba pêşin e di Încîlêda.

Pêşxebera Derheqa Marqos

Marqos kitêba lape kin e ji çar kitêbên Încîlêye pêşin û ew gilî dike, wekî Îsa ça Padşê Padşatiya Xwedê li axiriyê wê çi bike.

Pêşxebera Derheqa Lûqa

Elametiya kitêba Lûqada çida mexsûs e?

Pêşxebera Derheqa Yûhenna

Kitêba Yûhenna dîna me dide li ser hizkirina Îsa hindava însanetêda, mesela wîyî milûktiyê, û ku çawa dikarin wî têderxin ça Mesîh, û Padşê axiriyê ya Padşatiya Xwedê.

Pêşxebera Derheqa Karên Şandiya

Mesîhiyên qirna yekê bi xîret xizmet dikirin, seva ku merivên ji her miletî bikine şagirt. Kitêba Karên Şandiya dikare xîreta te xizmetêda mezin ke.

Pêşxebera Derheqa Romayî

Derheqa vê yekê ye, ku Yehowa firqiyê nake orta meriva, û çiqas ferz e baweriyê xwe Îsa Mesîh bînin.

Pêşxebera Derheqa 1 Korintî

Nema Pawlosê şandîda, yekê Korintiyara, hene şîret derheqa yektiyê, nav-namûsiyê, hizkirina rast û baweriya hindava saxkirinê.

Pêşxebera Derheqa 2 Korintî

Yehowa, Xwedayê berdiliyê, xizmetkarên xwe qewî dike û piştgiriya wan dike.

Pêşxebera Derheqa Galatî

Eva nema Pawlos Galatiyara, îro jî pir kêrhatî ye. Ev alî Mesîhiya dike aminiyê xwey kin.

Pêşxebera Derheqa Efesî

Nema Efesiyara dîna me dide ser qirara Xwedê, ku wê edilayê û yektiyê bîne ser erdê bi saya Îsa Mesîh.

Pêşxebera Derheqa Fîlîpî

Çaxê nava çetinayada em aminiya xwe xwey dikin, mera îda hêsa dibe, merivên din hêlan kin, wekî ewana qewî bin.

Pêşxebera Derheqa Kolosî

Em dikarin dilê Yehowa şa kin, hergê bidine xebatê ev çi ku hîn dibin, hev bibaxşînin û qebûl kin rol û hukumtiya Îsa.

Pêşxebera Derheqa 1 Têsalonîkî

Em gerekê ruhanîda hişyar bimînin, şixulê xweda xîret bin, timê dua bikin, û hev hêlan kin.

Pêşxebera Derheqa 2 Têsalonîkî

Pawlos rast dike nihêrandina nerast derheqa hatina rojê Yehowa, û ew usa jî hêlan dike bira wekî baweriyêda qewî bin.

Pêşxebera Derheqa 1 Tîmotêyo

Pawlosê şandî nivîsî 1 Tîmotêyo, ku nîşan dike wekî çawa terbetî xwey kin civatêda, ji hînkirinên qep û perehiziyê xwe xwey kin.

Pêşxebera Derheqa 2 Tîmotêyo

Pawlos hêlan dike Tîmotêyo ku bi temamî xizmeta xwe bîne sêrî.

Pêşxebera Derheqa Tîto

Nema Pawlosê şandî Tîtora, derheqa hine problêmên civatê ye, kîjan ku civata Krêtêda hebû, û ev neme usa jî derheqa vê yekê ye ku çi lazim e seva bibine rûspî.

Pêşxebera Derheqa Filîmon

Ev neme kin û kêrhatî gelek şîretên baş dide derheqa milûktiyê, qenciyê û baxşandinê.

Pêşxebera Derheqa Îbranî

Hebandina Mesîhiya li ser hîmê gelek tişta ye, ne ku li ser hîmê paristger û qurbanên heywana ye.

Pêşxebera Derheqa Aqûb

Aqûb meselên zelal dide xebatê, seva ku hîn ke prînsîpên Mesîhiya ya sereke.

Pêşxebera Derheqa 1 Petrûs

Nema yekê ya Petrûs me hêlan dike xîret bin û hemû xemên xwe bavêjne ser Xwedê.

Pêşxebera Derheqa 2 Petrûs

Nema Petrûs ya duda me hêlan dike aminiya xwe xwey kin û hîviya erdê nû û ezmanê nû bin.

Pêşxebera Derheqa 1 Yûhenna

Nema Yûhenna alî me dike xwe xwey kin ji wan meriya, kîjan ku miqabilî Mesîh derdikevin û ev nema usa jî alî me dike fem bikin ku em çi gerekê hiz bikin û hiz nekin.

Pêşxebera Derheqa 2 Yûhenna

Nema duda ya Yûhenna dîna me dide, ku çiqas ferz e rastiyêda bimeşin û ji kesên derewîn xwe xwey kin.

Pêşxebera Derheqa 3 Yûhenna

Nema sisiya ya Yûhenna, dersên baş me hîn dike derheqa mêvanhiziya Mesîhiya.

Pêşxebera Derheqa Cihûda

Cihûda alîkariyê dide ku têderxin wan meriya, kîjan ku bi hînkirinên qelp dixwazin civatê bixalifînin.

Pêşxebera Derheqa Eyantî

Kitêba Eyantî, şirowedike ku çawa Padşatiya Xwedê wê qirara xwe seva însanetê bîne sêrî.

Pêşxebera Derheqa Kitêba Pîroz

Dîna xwe bidinê ku çawa hemû kitêb têma serekeva girêdayî ne, dêmek çawa bi saya Padşatiyê, Îsa Mesîh wê navê Yehowa pîroz ke.

Dibeke Wera Hewas be

KITÊB Û BROŞÛR

Kitêba Pîroz Çi Elamî Me Dike?

Gelo elametiya sereke ya Kitêba Pîroz çi ye?