Derbazî serecemê

Polîtîka Konfêdênsîalyê

Polîtîka Konfêdênsîalyê

MÛHÎM: BI XEBITANDINA MALPERA ME Û/YAN ÇAXÊ HÛN ELAMETIYA XWEYE ŞEXSÎ DIDINE ME, HÛN EŞKERE ÎZIN DIDINE ME KU HEMÛ ELAMETIYA WEYE ŞEXSÎ EM BIDINE XEBATÊ BONA WAN NÊTA, KÎJAN KU LI WÊ POLÎTÎKA KONFÊDÊNSÎALYÊYE JÊRÊ TÊNE ŞIROVEKIRINÊ, LI GORA QANÛNÊN KU ÎRO DERHEQA BINGEHA ELAMETIYA ŞEXSÎ TÊNE DAYÎNÊ Û LI QEWATÊ NE.

 QEDIRGIRTINA ELAMETIYA WEYE ŞEXSÎ

Xwestina me ew e ku elametiya weye şexsî bê xweykirinê û qedirgirtinê. Di Polîtîka hanêda, hene qanûn bi kîjana elametiya weye şexsî, yên ku li malpera meda top dibe yan jî hûn xwexa didine me, wê bêne xebitandinê. Rast e çaxê hûn dikevine malpera me, em hine elametî xwey dikin, lê em fem dikin girîngbûna wê yekê, ku elametiya weye şexsî bêxofiyêda be û lema em pêşda wera didine naskirinê ku emê çi bikin bi wan. Hûn xwexa dikarin safî kin elametiya weye şexsî bidin yan na. Xebera “elametiya şexsî” yê ku di wê Polîtîkêda tê xebitandinê, tê hesabê mesele navê we, adrêsa maîla weye elektronîk, adrêsa we, hejmara têlêfona we, yan jî elametiya din, yên ku xût weva girêdayî ne. Seva ku bikevine li ciyên ser wê malperê yên ku bona hemûya vekirî ye, eseyî nîne elametiya xweye şexsî binivîsin. Çaxê em dibêjin “malpera me”, virada dikeve cûre-cûre malper, dêmek apps.pr418.com, tv.pr418.com, stream.pr418.com, û wol.pr418.com.

 KONTROLKIRINA BINGEHA ELAMETIYÊ

Xweyê wê malperê Civaka Birca Qerewiliyê ye (Watchtower Bible and Tract Society of New York, Inc) (“Watchtower”), dêmek Organîzasiyona nekomêrsîalî ya Niyû Yorkê, yê ku piştgiriya şixulê Şedên Yehowa dike û usa jî hînkirina Kitêba Pîroz. Hergê hûn bi rezedilî bixwazin bibine bikarhênarê wê malperê, pere qurban kin, bixwazin hînbûna Kitêba Pîroze bêpere, yan jî tiştekî din bikin li ser malperê bona çi jî lazim e elametiya xweye şexsî binivîsin, dêmek hûn qayîl dibin tevî wê polîtîkê û îzina xwe didin ku elametiya weye şexsî top bibe li bingehêda li ser sêrvêra ku li Amêrîkayêda ne. Usa jî hûn îzin didin ku Civaka Birca Qerewiliyê yan jî organîzasiyonên din, yên ku tevî wê şixulkariyê dikin, di cûre-cûre welatada, elametiya teye şexsî top bike, bide xebitandinê, derbaz bike û xwey bike. Organîzasiyona meye rêlîgîyayî kar dike bi civakên li cûre-cûre welatada. Seva bêxofiya bingeha elametiyê, têne xebitandinê organîzasiyonên usa ça civatên cîda, fîlîalê û dîsa organîzasiyonên din ya Şedên Yehowa.

Kontrolkirina elametiya şexsî dikare cûre-cûre be, ew yek girêdayî ye wê yekêva, hela tu çawa û çiqasî didî xebatê malperê. Mesele, hergê tu dixwazî di welatekîda qurbana bikî civakeke mera, navê te û elametiya bona têklîbûnê wê bê eyankirin bona wê civakê. Dîsa meselek, hergê tu dixwazî hînbûna Kitêba Pîroze bê pere, navê te û elametiya bona têklîbûnê wê bê eyankirinê bona fîlîalê û civata Şedên Yehowa.

Bona alîkariyê, hergê welata weda heye qanûna layîq bona xweykirina bingehê, hûn dikarin înformasiya derheqa welata we binihêrin ser rûpêla Têklîbûna Xweykirina Bingehê.

 XWEYKIRINA BINGEHA ELAMETIYÊ Û KONFÊDÊNSÎALÎBÛNÊ

Konfêdênsîalîbûna elametiya weye şexsî, bona me gelek ferz û muhîm e. Em didine xebatê cîyê bingehê nûkirî û têknîkên bêxofiyêye nû, seva ku elametiya weye şexsî bê xweykirinê ji kirên kesekî, xebitandina ne cayîz û eyankirinê, guhastinên ji aliyê kesekî din, xirabkirina ne bi qanûnî, yan jî undakirina nişkêva. Ji wan kê wê tevî elametiya weye şexsî bixebite, dêmek kesên sisê jî, tê dewakirinê ku qedirê konfêdênsîalîbûna we bigire. Em xwey dikin elametiya weye şexsî tenê bona ku bidin xebatê seva wan tişta, seva çi jî ew elametî hatiye top kirinê, yan jî seva ku derbazkirina bi qanûnî bikin, yan jî çaxê tê dewakirinê ku xwey kin dokûmênt.

Em xwey dikin elametiya weye şexsî, wextê derbazkirina bi protokola bi şifrê, mesele bi “Transport Layer Security (TLS)”. Em didine xebatê sîstêmên komputerê gihîştina bi sînor ya protokolê, yên ku têne sazkirinê di xanyada, kîderê ku heye xweykirina fîzîkî, elektronîkî û bi protsêdûrî, seva ku elametiya weye şexsî ku derbazî me dibe bêxofoyêda be.

 MERIVÊN SALÊN XWEDA NEGIHÎŞTÎ

Hergê bi qanûna welatê te, tu hê têy hesabe saliyên xweda negihîştî, û tu dixwazî bikevî malpera me û elametiya xweye şexsî bidî xebatê, eseyî gerekî yan tevî dê-bavê xwe yan jî xweykarê xwe ew yek bikî. Heger hûn dê-bav in, yan jî xweykar in û îzinê didin zara negihîştî elametiya xweye şexsî binivîse, bi wê yekê hûn qayîl dibin tevî wê Polîtîka Xebitandinê bona wî zarî.

 KESÊN SISÊ

Carna di wê malperêda wê hebin lînk ser malperên din, ew kesên sisiya şixulkariyê mera dikin (mesele tijekirina onlayn dokûmênta). Hûnê têderxin ku hûn li ser malpera kesên sisiya ne, çimkî ew wê cûrekî din be û adrêsa wê jî wê yekî din be. Carna emê bijberin malperên kesên sisiya û eseyî emê teseliya polîtîka û bêxofiya elametiya şexsî bikin, seva ku bawer bin ku ew jî wan standarta didine xebata çawa ku em. Hergê derheqa polîtîka kesên sisiya pirsên we hebin, ji kerema xwe binihêrin polîtîka wan ser malpera wan.

 ELAMETÎ DERHEQA GUHASTINÊN WÊ POLÎTÎKÊ

Em timê hê baş dikin û tiştên teze zêde dikin bona wê malperê, û usa jî bona sêrvîsên me. Ji bo wan guhastina, usa jî ji bo guhastinên di qanûnada û xwexa têknolojiyada, qanûnên xebitandina bingeha me jî têne guhastinê. Çaxê lazim e ku polîtîka me jî îda bê guhastinê, emê eseyî ewê elametiyê daynin ser malperê seva ku hûn jî haş pê hebin em çi elametiya şexsî top dikin û ça dikin.

 “ACTIVE SCRIPTING” YAN “JAVASCRIPT”

“Scripting” tê xebitandinê seva ku xebata malpera me hê baş kin. Têknolojiya “Scripting” alîkarî dide ku elametiya ku hûn dixwazin zû wera bê vekirin. “Scripting” tu car tiştekî û tu programekî nanvîse ser komputera we, yan jî seva ku elametiya weye şexsî xwexa top bike.

Li braûzêra wede lazim e “Active Scripting” yan “JavaScript” bê vêxistin seva ku rast bixebite. Gelek braûzêrada heye mecale ku vêxin yan vêsînin ewê yekê li ser cûre-cûre malpere.