Derbazî serecemê

Vîdêoyên ser Hîmê Kitêba Pîroz; Hînkirinên Sereke

Ev dersên bi vîdêoyên kin, cabên pirsên sereke yên Kitêba Pîrozva girêdayî didin. Mesele cabên van pirsa: Çira Xwedê Erd Efirandiye? Mirî Çi Halîda nin? Çima Xwedê Dihêle Wekî Em Biçerçirin?

Gelo bi Rastî Xwedê Heye?

Îzbatiya lêkolîn kin, ku pêbihesin wekî çira bi logîkî ye baweriya xwe Xwedê bînin.

Gelo Navê Xwedê Heye?

Sernavêd Xwedê pir in, mesele Himzor, Efirandar, û Xudan. Lê navê Xwedêye şexsî di Kitêba Pîrozda nêzîkî 7 000 cara hatiye nivîsandinê.

Gelo Dostiya Tevî Xwedê Rêalî ye?

Bi qirna meriv têderdixin, ku gerekê Efirandarê xwe nas bikin. Kitêba Pîroz dikare alî me bike, ku bibine dostên Xwedê. Ev dostî destpêdibe, gava em navê wî pêdihesin.

Nivîskarê Eslî yê Kitêba Pîroz Kî ye?

Hergê Ktêba Pîroz meriv nivîsîne, gelo rast e ku meriv dibêjin wekî ew Xebera Xwedê ye? Gelo Kitêba Pîrozda fikirên kê hatine nivîsarê?

Ça Em Dikarin Bawer Bikin, ku Kitêba Pîroz ji Xwedê ye?

Hergê Nivîskarê eslî yê Kitêba Pîroz dêmek Avtor Xwedê ye, ew gerekê ji kitêbêd dinêna cude be.

Çira Xwedê Erd Efirandiye?

Dinya me bi bedewiyê tije ye. Ev ji tevê bi dûraya rast û bi leza rast hatiye efirandinê. Çima Xwedê haqas qewat xerc kiriye, seva ku erdê bike cinet?

Mirî Çi Halîda nin?

Paşî mirinê çi diqewime? Kitêba Pîroz soz dide, wekî wedekî usa wê bê çaxê gelek meriv wê bêne saxkirinê, dêmek ji mirinê bêne rakirinê, çawa Lazar.

Gelo Cenim Heye?

Kitêba Pîroz dibêje ku “Xwedê Hizkirin e”, lema jî ew tu car meriva bona şaşiyên wane berê naçerçirîne.

Gelo Îsa Xwedê ye?

Gelo Îsa û Xwedayê Himzor yek in? Yan ew kesên başqe ne û xwe bi serê xwe ne?

Çima Îsa Mir?

Diqewime we bihîstiye, wekî Îsa bona gune me mir. Lê gelo qurbanek bi rastî dikare karê bîne bona mîlyona meriva?

Çi ye Padşatiya Xwedê?

Wedê xizmetiya xwe, Îsa heçî zef dîna xwe dida Padşatiya Xwedê. Nava qirnada meriv derheqa hatina vê Padşatiyê dua dikirin.

Padşatiya Xwedê ji Sala 1914 Serwêrtiyê Dike

Xwedê 2 500 sal zêdetir pêşda, xewn-xeyalek dabû padşakî qewî, kîjan ku wedê meda tê sêrî.

Ji Sala 1914 Halê Dinyayê Hatiye Guhastinê

Halê dinyayê ji sala 1914 dide kifşê wekî pêxembertiya Kitêba Pîroz derheqa rojên axiriyê îro têne serî.

Gelo Teşqelên Tebiyetê ji Xwedê ne?

Du merivên ku ji teşqelên tebiyetê zirar standine, gilî dikin ku ewana ji Kitêba Pîroz çi pêhesiyane.

Çima Xwedê Dihêle Wekî Em Biçerçirin?

Kitêba Pîroz caba berdilî dide ser vê pirsê.

Gelo Hemû Rêlîgiya Xwedê Xweş Tên?

Gelek meriv difikirin, wekî firqî tune em kîjan rêlîgiyayê bijbêrin.

Gelo Xwedê Qebûl Dike wekî Hebandinêda Pûta Bidine Xebatê?

Lê gelo pût dikarin alî me bikin, ku em nêzîkî Xwedê bin, kîjanî ku em nikarin bivînin?

Gelo Xwedê Hemû Dua Dibihê?

Lê çi hergê meriv bi xwehiziyê dua dike? Gelo Xwedê wê bibihê duayê wî merivî, kîjan ku tevî jina xwe nerast xwe kifş dike û paşê kerema ji Xwedê dixwaze?

Yehowa Ça Dinihêre ser Zewacê?

Xwedê dixwaze, wekî zewaca te bextewar be. Şîretên ji Kitêba Pîroz alî gelek cotên zewicî kirin.

Gelo Pornografiya Ber Çevê Xwedê Gune ye?

Gelo Kitêba Pîrozda jî xebera “pornografiya” heye? Ça em dikarin pêbihesin hela nihêrandina Xwedê ser pornografiya çi cûre ye?